Peyama pîrozbahiyê
Birêzên Hevbendî,
Di çapemeniyê de hat ragihandin ku çend partî, platform, înîsiyatîf û hin rewşenbîrên Kurd bi navê Yekîtiya Netewî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) li hev civiyane û avakirina vê yekîtiyê ragihandine.
Di vê qonaxa hestiyar a ku gelê Kurd tê re derbas dibe, em bawer dikin ku avakirina yekîtiyek netewî ji bo pêşxistina têkoşîna gelê me û pêkanîna armancên wî yên netewî gavek girîng û dîrokî ye.
Em hêvîdar in ku ev yekîtiya ku we ava kiriye, di pêşerojê de ji bo gelê me bibe alternatîf û hêzek xurt, bi yekdengî û hevkariyê, têkoşîna gelê Kurd ber bi serkeftinê ve bibe.
Em, wek Yekîtiya Komeleyên Kurdistanê (KOMKAR), avakirina Yekîtiya Netewî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) pîroz dikin û di xebat û têkoşîna we ya netewî de serkeftinê ji we re dixwazin.
Bijî Yekîtiya Gelê Kurd!
KOMKAR – Yekîtiya Komeleyên Kurdistanê
09.11.2026

Bo Rêveberiya Yekîtiya Netewî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ)
Bo Rêveberiya Yekîtiya Netewî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ)

Bu haberi paylaş

WhatsApp X

← Tüm Haberler