Em yekbûna hêzên Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê di bin banekî yekane de û di çarçoveya Wezareta Parastinê de, wekî pêşveçûnek girîng û dîrokî dinirxînin.
Pêkanîna yekîtiya hêzên Pêşmergeyan, di rêya avakirina Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê de gavên dîrokî û girîng e. Em bawer dikin ku ev pêşveçûn, bi taybetî gelê Kurd û hemû dostên Kurdan, kêfxweş kiriye.
Wekî KOMKAR – Yekîtiya Komelên Kurdistanê, em yekîtiya hêzên Pêşmergeyan bi dil û can pîroz dikin û hêvî dikin ku ev yekîtiya û hevkariyê bêtir xurt bibe û bibe yekîtiyek mayînde.
Di heman demê de, em hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê vexwazin ku bi hestê berpirsiyariya hevpar, di demeke herî nêz de hikûmeta nû ava bikin. Em ji gelê Başûrê Kurdistanê re aşîtî, yekîtiyê, aramî û serkeftinê dixwazin.
KOMKAR – Yekîtiya Komelên Kurdistanê
22.09.2026
Diaspora
Kurdî
YEKÎTIYA HÊZÊN PÊŞMERGEYAN SİLAV DİKİN
Em yekbûna hêzên Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê di bin banekî yekane de û di çarçoveya Wezareta Parastinê de, wekî pêşveçûnek girîng û dîrokî dinirxînin.